Meşvanên Lavrîoyê: Heta ku dagirkerî bi dawî bibe em ê li ser piyan bin

Meşa Dirêj a li Yewnanistanê roja duyemîn li pey xwe hişt. Meşvanan gotin, heta ku dagirkerî û xiyanet ji holê bê rakirin wê li ser piyan bin.

Meşa ku li kampa Lavrîoyê destpê kir, îro (1'ê Hezîranê) li paytext Atînayê bi dawî dibe.

Pênc çalakger di roja duyemîn a meşê de li ser armanca çalakiyê axivîn.

Pîr Şaliyar: Pêngava 1'ê Hezîranê pêngavek bû ku ne tenê li dijî emperyalîzm û artêşa Tirk hate kirin. Di heman demê de li dijî tasfiyekariya li nava partiyê û xiyanetê jî hate kirin. Bijî Rêberê me yê partiyê, bijî partiya karker û kedkaran PKK, bijî artêşa me HPG û bijî artêşa me ya jinê YJA Star.

Emel Arslan: Meşa me ya li dijî dagirkerî û xiyanetê di roja duyemîn de ye. Bila kes ne li bendê be ku nerazîbûna gelê Kurd, rojek, du roj an jî sê rojan biqede. Heta ku dagirkerî û xiyanetê ji holê rake em ê li ber xwe bidin, li ser piyan bin û piştgiriyê gerîla.

Ramazan Menteşe: Em li dijî xiyaneta PDK'ê dimeşin ku PDK bûye şirîkê êrişên hovane yên li dijî gel û gerîla. Divê gelê me hişyar be, li dijî xiyanetê, gerîlayan biparêze û xwedî li gerîla derkeve.

Ferman Erkek: Meşa me ji bo gerîla ye, ji bo welatekî azad e, li dijî xiyaneta PDK'ê ye, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk e. Meşa me îro li vir e, sibe wê li Zapê, Avaşînê, çar parçeyên Kurdistanê be.

Eyşan Xanûş Zengîn: Li Zap, Avaşîn û çar parçeyên Kurdistanê qirkirin heye. Bi rêya vê meşê em PDK'ê şermezar dikin. Dewleta Tirk bi destê PDK'ê êrişî gerîlayên me, şervanên me dike. Îro ji bo Kurdan roja têkoşînê ye, eger têkoşîn neyê meşandin wê 100 salên din jî dewam dike. Lewma çi ji destê kê tê divê bike (...) Meşa me di roja sêyemîn de biqede jî têkoşîna me wê dewam bike.