Meşvanên Elmanyayê xwe ji bo roja dawî amade dikin

TCŞ û TekoJIN’ê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê’ dest bi Meşa Dirêj kirîbû, meşa ciwanan a li Elmanya di roja 3’yemîn de ye. Ciwan wê di roja 4’an de li Dusseldorfê dawî li çalakiya xwe bînin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li 6 welatên cuda yên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê’ meş li dar xistin. Meşa Dirêj a Elmanyayê di roja 3‘yemîn de berdewam dike. Çalakgerên meşê îro li Dûîsbûrgê bû, coş û kelecana jinên ciwan mohra xwe li meşê da.

Faşîstên Tirk ên ji ber dirûşme û meşên girseya di ketina Duîsbûrgê de bêzar bûn, xwestin bi nîşaneya nîjadperestan ji pencereyê meşê provoke bikin. Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” bersiva pêwîst dan faşîstan.

Ciwanên ku li vir meşa xwe berdewam kirin, ji ber kargeha çekan a Thyssen & Krupp ku piştre çek difirotin Tirkiyeyê derbas bûn û gelek caran dirûşma "Elmanya fînanse dike, Tirkiye bombe dike" hatin berzkirin.

Girseya meşê li navenda bajar bi gerandina govendê çalakiya xwe bi dawî kirin.

Ciwan dê di roja 4‘an de li Dusseldorfê dawî li Meşa Dirêj bînin.