Meşa protestokirina Peymana Lozanê di salvegera 98’mîn de destpêkir

Di salvegera 98’emîn a Peymana Lozanê ya Kurdistan hate 4 perçekirin de, Kurdistanî û dostên wê li bajarê Lozanê ya Siwîsreyê meşekê li dardixin.

Kurdistaniyê her 4 beşên Kurdistanê yên li Siwîsreyê, sazî û partiyên şoreşger ên Tirkiyeyî û  Siwîsreyî wê tevlî meşa ku wê li ser bingehê pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd were lidarxistin û peyama “Em rojanekirinek ya wek dewama Lozanê bê hesibandin qebûl nakin” bibin.

Gel wê li ber avahiya Palaîs de Rûmîne ya dikeve meydana Rîponne ku 98 sal beriya niha li wir di saet 15:00’an de biryara Peymana Lozanê bi destê dewletên emperyalîst hatibû girtin wê kom bibe û mîtîngekê lidarbixe.