Meşa li Marsîlyayê dest pê kir di roja 2'emîn de ye

Meşa ku li dijî komploya navneteweyî li Marsîlyayê dest pê kir di roja 2'emîn de ye.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, meşa ku li dijî komploya navneteweyî ji bo 3 rojan dest pê kir, di roja 2'emîn de ye.

Ji Bordeaûx, Montpellîer, Toûloûse, Dragûnyan û Lyonê gelek kes tevlî meşê bûn.

Meşê doh ji pêşiya Şaredariya Martîgûesê dest pê kir. Di roja destpêkê de 150 meşan heta bajarê Marîgnaneyê meşiyan û êvarê li Marîgnaneyê man.

Roja duyemîn a meşê jî ji pêşiya Şaredariya Marîgnaneyê dest pê kir.

Roja duyemîn a meşê wê êvarê li St. Antîonê ya li ketina Marsîlyayê bi dawî bibe.

Sibe jî wê meşvan ji vir saet di 10:00 de dest bi meşê bikin, heta qada Vîeûx Port a Marsîlyayê bimeşin û bi mîtîngekê dawî li meşa xwe bînin.