Meşa li dijî çekên kîmyewî ya li Dusseldorfê ji du milan ve dest pê kir

Kurdistanî û dostên wan li Dusseldorfê dest bi meşa ji bo protestokirina çekên kîmyewî kirin. Meş ji du milan ve dest pê kir.

Meşa ku ji aliyê sazî û partiyên Kurdistanî yên Ewropa û Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropa (ADGB) ve li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ku dewleta Tirk li hemberî gerîlayan bi kar tîne, ji du milan ve dest pê kir.

Bi beşdariya bi deh hezaran kesan bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO û dewletên alîgir bi meşê hate protestokirin. Meş li DGB Haus (Zap) û li Parka Rheînwiesen (Avaşîn) dest pê kir. Meş wê li Parka Rheînê bi dawî bibe.

Gel li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bi kincên parastina ji çekên kîmyewî. Di meşê de pankarta ku wêneyên 17 gerîlayên di êrîşa kîmyewî de şehîd bûbûn, hate vekirin. Gel bikaranîna çekên qedexe bi dowîzan şermezar kir û bi sloganên ‘Zap, Avaşîn, Metîna’, ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ dimeşin.