Meşa Dirêj di roja 4’an de didome

Çalakiya Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropa li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê didome.

Çalakiya Meşa Dirêj a her salê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê destpêkirin, îsal jî li bajarê Koln ê Elmanya destpê bike heta bajar Aachenê dom bike.

Ciwanan roja 3’an a meşê li pey xwe hişt, tevî hemû provakasyon, êrîşên polîsên Elman jî bi biryardarî dimeşin.

Roja 4’an a meşê li stasyna trenê ya navenda Dûîsbûrgê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û merşa ‘Çerxa Şoreşê’ û dirûşma ‘An Serketin an Serketin’ destpê kir.

Di dema meşînê de komeke nîjatperestên Tirk ketin nava provakasyonan.

Ciwanan bi dirûşman bersiva provakasyonan da. Meş ber bi Thyssen&Krupp û Marxloh ve didome.