Meşa dirêj di roja 4'an de didome

Meşa dirêj ku bi pêşengiya ciwanên Kurd li Bonnê ya Elmanyayê dest pê kirî, êvara sêyan gihaşte Leverkusenê.

Meşa dirêj ku ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonlîst tevlê bûbûn 9'ê Îlonê dest pê kir.

Meşa ku bi dirûşma ''Bi Rêbertî re bimeşe, faşîzmê tine bike'' çêdibe, roja sêyan Çarşemê, li Kolnê li ber ber HBF'ê dest pê kir. Dema meşê tim polîs astengiyan derdixin,  qedexeyan li ber wan datînin, carinan êrîşên nîjatperest diçin ser wan. Van sê rojên dawî gelek ciwan hatin destgîrkirin, bi şert hatin berdan.

Ciwanên ku ramanên xwe gotin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo  berxwedanê bang kirin.

Lorîn a ku ji Duîsbûrgê tevlî meşê bûyî got, ''Ez ji bo azadiya Rêbertî tevlî vê meşê dibim. Beriya niha jî tevlê bûbûm. Heta azadiya fizîkî ya Rêbertiya me bi ich were ez bang li hemû ciwanan dikim ku li ber xwe bidin.''

Zekî yê ku ji Swîsre tevlê bû, got, ''Ji bo azadiya Rêbertiya me dema ku min bihist wê Meşa Dirêj were kirin, ji bo ku tevlî meşê bibim ji cihê ku kar dikim min destûr xwest û ji 9'ê Îlonê ve dimeşim.''

Zekî, roja Sêşemê piştî provakasyonên nîjatperest ji hêla polîsan ve hatibû destgîrkirin û got, ''Ji cihê ku mayî çalakiyê didomînim''. Çalakger got, ''Ji bo azadiya Rêbertiya me ku bi komployeke navnetewî dîl hatî girtin, ez bang li hemû ciwanan dikim ku tevlî vê meşê bibin. Têkoşîna hevpar a ciwanan wê faşîzmê têk bibe, wê Rêber Apo azad bike.''

Ciwanên bi navê Rêdan Mêrdîn jî got, ''Ez ciwanê enternasyonal, ji bo azadiya Ocalan tevlî vê meşê dibim.''

Mêrdîn bal kişande ser êrîşa polîsan got, ''Hemû dirûşmên me qedexe kirin. Em ê meşa xwe bidomînin, lê ji bo ku provakasyonek nebe em ê baldar bin û meşa xwe bidomînin. Bang li hemû ciwanên Elman dikim ku destek bidin vê meşê.''

Bedran ku ji Marsîlya ya Fransa hatî, ji bo azadiya Ocalan tevlî meşê bûye.

Çarşemê saet 17.00'an ciwanan qonaxa sêyan a meşa xwe li Navenda Çandê ya Partiya Komunîst a Elman qedandin, li Navenda Çandê li ber berpirsyariya serdemê nîqaş hatin kirin. Ciwanan li sînevîzyonekê nerîn, stranbêr Hozan Comert konsêrek da.

Roja çar a meşê wê di navbeyna Leverkusen-Dusseldorfê de pêk were.