Meşa Dirêj a Londonê di roja duyemîn de ye

Çalakiya meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Kurd (TCŞ) û TekoJIN’ê, bi armanca silavkirina berxwedana gerîla û dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê û xiyanetê organîze kiriye du roj in li Londonê berdewam e.

Kurd û dostên xwe yên li paytexta Îngilizistanê Londonê hatin ba hev, piştî girtina rêzê ji bo giyanê şehîdên şoreşa Kurdistanê, dest bi meşa roja duduyan kirin.Hin ciwanên bi cil û bergên xwe yên gelerî pêlavên mekap ên bûne sembolek ji sembolên gerîla rakirin hewayê û dirûşmeyên “Bijî gerîla“, “Bijî Serok Apo“ berz kirin.

Ciwanan di meşê de alên PYD, YPG û YPJ’ê jî hilgirtin. Di çalakiyê de hewildana qirkirina Kurdan hat protestokirin û li hember hewildanê banga hestiyariyê li gelên cîhanê hat kirin.

Meşa Dirêj a ciwanan wê heta bi roja 1‘ê Hezîranê “Roja Seferberiya Navneteweyî“ dewam bike.