Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Meşa Dirêj a li Yewnanistanê bi dawî bû

Li Yewnanistanê Meşa Dirêj a ku bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Kampa Lavrîoyê hat destpêkirin, li Atînayê bi dawî bû.

Li Yewnanistanê Meşa Dirêj a ku Tevgera ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi armanca silav kirina berxwedanda gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê da destpêkirin, di roja xwe ya 3yemîn de bi dawî bû.

Çalakgerên ku di roja beriya wê de bi beşdarbûyîna bi sedan kesan ji kampa Lavrîoyê dest bi meşê kirin, li ber Akademiya Atînayê ji aliyê bi sedan kesan ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Li vir bi awayekî girseyî ber bi Balyozxaneya Dewleta Tirk ve meş hat lidarxistin.

Çalakgerên ku pankartên “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê” û “Kurdistanê biparêze”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan, bê navber dirûşmeyên “Erdoganê terorîst”, “Bimire xiyanet”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Şêniyên bajêr jî bi çepikan piştgirî dan çalakgeran. Girseya ku gihişt Balyozxaneya Dewleta Tirk, li vir bi dirûşme û sirûdan êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. Piştre bi sirûda Çerxa Şoreşê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê girseyê Hevserokê Komeleya Çanda Kurdistanê Erkan Erencî daxuyaniyek da. Erencî destnîşan kir ku di dîroka Kurdistanê de dewletên cîran li dijî Kurdan êrîş kirine û diyar kir ku li dijî vê yekê Kurdan pişta xwe da ber çiyayan û azadiya xwe diparast. Erencî bal kişand ku bi pêşengiya Erdogan pêlek a êrîşek a faşîst a nû dest pê kiriye û got ku berxwedana gerîla ji bo pêşeroja Kurdistanê girîngiyek a jiyanî ye.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Di saetên şevê de jî di çarçoveya pêngava 1’ê Hezîranê de wê li kampa Lavrîoyê pîrozbahiyek girseyî were lidarxistin.