Meşa Dirêj a li Swîsreyê didome

Meşa Dirêj a li Swîsreyê didome. Di meşê de xwedî li berxwedana gerîlayan hate derketin û peyamên li dijî îxanetê hate dayîn.

Bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de li 9 navendan meşên dirêj hatibûn destpêkirin. Li Swîsreyê jî ev meş di roja 2’an de li bajarê Bîelê dest pê kir. Duh jî li bajarê Solothûrnê daxuyaniya çapemeniyê hatibû dayîn û ciwanan meşa xwe li bajarê Grenchenê qedandibûn.

Ciwan vê sibehê li bajarê Zentralplatzê kom bûn. Meş bi rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Ciwanan li vir daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gerîlayên PKK’ê li hemberî konsepta êrişa li ser her çar parçeyên Kurdistanê berxwedana xwe didomînin. Peywira me ciwanan jî ev e ku em xwedî li têkoşîna gerîlayan derkevin. Wê ciwanên Kurd li her derê bibin dengê gerîlayên PKK’ê. Li hemberî dagirkerî û îxanetê em ê pêngava Werin Cenga Azadiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin û konsepta dagirkerî û îxanetê têk bibin.”

Ciwanên ji bo bikaranîna çekên kîmyewî protesto bikin, tulumên spî li xwe kirin û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin jî îmze kom kirin.