Meşa Dirêj a li Elmanyayê di roja xwe ya sêyemîn de didome

Meşa Dirêj ku li Elmanyayê Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dabûn destpêkirin di roja sêyemîn de dewam dike.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di 29’ê Gulanê de li Dortmûndê li dijî êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê dest bi Meşa Dirêj kiribûn.

Ciwanên ku du roj li pey xwe hiştin, îro di saet 12:00’an de li rawestgeha trenê ya navendî ya Dûîsbûrgê dîsa dest bi meşa xwe kirin.

Meşa dirêj wekî roja ewil bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di destpêka meşê de polîsan li ser posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TCŞ’ê û logoya li ser pankartê girtin.

Çalakgeran pankartên "Li dijî îxanet û dagirkeriyê Werîn Cenga Azadiyê" û "Defend Kurdistan " vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Bê Serok jiyan nabe", "Bimre îxanet" berz kirin.