Meşa Dirêj a li Elmanyayê di roja duyemîn de ye

Meşa Dirêj a li Elmanyayê ku bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tê lidarxistin, di roja duyemîn de li Essenê dewam dike.

Meşa Dirêj bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ku ji Dortmûndê ber bi Dusseldorfê ve destpê kir, di roja duyemîn de bi coşeke mezin dewam dike.

Ciwan serê sibehê li ber stasyona trenê ya navendî ya bajarê Essenê li hev civiyan û bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest bi roja duyemîn a meşê kirin.

Çalakgeran bi pankartên "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê" û "Defend Kurdistan" dest bi meşê kirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm qîriyan.

Meş li Essenê dewam dike. Di roja sêyemîn de çalakvan wê bimeşin Dûîsbûrgê û di roja çaremîn de jî plan dikin ku xwe bigihînin Dusseldorfê.