Meşa dirêj a li Îtalyayê di roja 7’an de bi dawî bû

Meşa dirêj a ku 20’ê Gulanê bi armanca şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Mîlano dest pê kir, piştî bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, bi dawî bû.

Bi armanca şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20’ê Gulanê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê meş hatibû destpêkirin. Meş 7 rojan dom kir û li Fîdenzayê bi dawî bû.

Di roja 7’an a çalakiyê de çalakger gihiştin Fîdenzayê û piştî ku çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakiya xwe bidawî kirin, wan jî meşa xwe bi dawî kirin.

Çalakgerên ku tevlî meşa dirêj bûyîn ragihandin ku wê sibê bi rayedarên Şaredariya Parma re daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.