Meşa Dirêj a Îngilistanê bi dawî bû

Meşa Dirêj a Îngilistanê li ber buroya Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ya Londonê bi dawî bû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li 6 welatên cuda yên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê’ Meşa Dirêj li dar xistin. Meşa Dirêj a Îngilistanê bi dirûşmeyên “Bimre xiyanet“ li ber buroya Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ya Londonê bi dawî bû.

Di meşa serê sibehê li Hîghbury &Islington Stationê destpê bû de gel cil û bergên gerîla li xwe kirin û mekap xistin piyên xwe û berxwedana gerîla silav kirin. Girseya gihîşt qada Leicesterê govend gerand. Li ser navê ciwanan bi Îngilistanê daxuyaniyek hat xwendin. Li hemû Kurdistaniyên li Îngilistanê û dostên wan bang hat kirin ku tev li çalakiya mezin a 11‘ê ya wê li Îngilistanê bê lidarxistin bibin.

Bi pişt re ciwan hatin ber buroya Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ya Londonê. Ciwanên Başûrî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ragihandin: “Em ciwanên Kurd, em ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ser gerîlayan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser çar parçeyên Kurdistanê berdewam in, li her derê rabin ser piyan. Em ê ruhê pêngava 1‘ê Hezîranê ji nû ve derbixin holê û bibin bersiv li dijî konsepta îmha kirina gelê Kurd. Îro derketina xwedî li baweriya gerîla ya bi Rêbertiyê û têkoşînê, hem tê wateya azadkirina Rêbertiya me hem jî azadiya Kurdistanê.“

Ciwanên li ber buroyê alên mezin ên HPG û YJA-STAR’ê vekirin dirûşmeya “Bimire xiyanet“ berz kirin.