Meşa bi sê rojan a li Swîsreyê bi dawî bû

Ciwanên ku sê roj in li Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de dimeşin, li paytext Swîsreyê Bernê bi meresimekê çalakiya xwe bi dawî kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de li bajarê Solothûrn a Swîsreyê meşa dirêj a bi sê rojan dabû destpêkirin. Meş îro ji bajarokê Schupfen destpê kir û li bajarokê Zollîkofenê bi dawî bû.

Çalakgerên ku ji bo roja 3‘yemîn a meşê di saet 11.00’an de li bajarokê Schûpfenê hatin ba hev, bi pankart û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê dest bi meşê kirin. Çalakgeran li ber baranê bi dirûşmeyan stran gotin. Çalakger dema gihîştin Zollîkofenê bi daxuyaniyek a çapemeniyê, çalakiyên xwe bi dawî kirin.

PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ HAT SILAVKIRIN

Ciwanên ku di dawiya meşê de bi wesayîtan derbasê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Bernê bûn, li vir semînerek li dar xistin.

Di semînera ku qala pêngava 1’ê Hezîranê hat kirin de, endama TekoJIN’ê Bêrîvan Laleş destpêkê meşa bi sê rojan pîroz kir.

‘EVÎNA HERÎ MEZIN JI BO KURDISTANÊ TÊKOŞÎN E’

Laleş di şexşê Erdal, Adil û Nûdayan de hemû şehîdên ku di pêngava 1’ê Hezîranê de şehîd bûne bi bîr anî û got: “Divê em li dijî xeta xiyanet û îmhayê têbikoşin. Bi taybetî jî gelê me yê ku li Ewrûpayê dijî, divê li gorî polîtîkayên şer xwe bi rêxistin bike. Rêber Apo pênaseya Kurdê di nav dest û lêpên qirqirinê de kir. Dewleta dagirker dixwaze nasname û çanda me tune bike. Li dijî vê yekê divê her kes têkoşînê geş bike. Evîna herî mezin, ji bo Kurdistanê têkoşîn e. Ji bo ku ramanên Rêbertiya me danî holê zindî bibe, divê em li her qadê xwe bi rêxistin bikin. Li Ewropayê mirov hêviya xwe winda dikin û dawiyê li jiyana xwe tînin. Ciwanek wê çima hêviya xwe winda bike? Divê em êdî vê jiyana bi kolehî qebûl nekin. Her kes dijî, lê jiyanek çawa dijî; divê ev were zelalkirin. Rêbertî çawaniya jiyaneke xweş daniye holê.”

Laleş di dawiya axaftina xwe diyar kir ku divê hemû Kurd Şengal û Kobanê ji bîr neke û got: “Gerîla niha li hemberî hemû êrîşan li ber xwe dide. Gerîla bi baweriya paradîgmaya Rêbertiyê, li ber xwe dide. Ji ber wê yekê em ê hemû deman li Rêbertiyê xwedî derbikevin.”

Berîvan Laleş anî ziman ku yên xayîntiyê bikin bêrûmet in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Divê tu Kurd, Şengal û Kobanêyê ji bîr neke. Heke ji bîr bike xwe ji bîr dike. Gerîla niha li ber hemû êrîşan li ber xwe dide. Gerîla bi baweriya xwe ya ji bo Rêbertiyê li ber xwe dide. Ji wê boneyê divê em li Rêbertiya xwe bibin xwedî.“

Piştî semînerê muzîk hat pêşkêşkirin.