Mertalên Zindî yên xwestin biçin Qendîlê hatin astengkirin

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, ciwanên ku xwestin biçin Qendîlê û dest bi çalakiya Mertalên Zindî bikin, hatin astengkirin.

Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê didomîn, wê îro li Qendîlê çalakiya 'Mertalên Zindî' bidana destpêkirin.

Ji bo vê yekê komên ji ciwanan ji serê sibehê ve berê xwe dan Qendîlê. Her wiha gelek welatî jî bi armanca destekdayînê bi rê ketin. Lê li benda kontrolê ya dawî ya li bajarokê Sengeserê hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanan jî, rê li ciwanan nehat vekirin.

Li ser astengkirinê ciwanan xwestin ku bi meşê biçin Qendîlê, lê hêzên asayîşê dest li wan werdan û nehiştin.

Di dema destwerdanê de ciwanek bi sivikî birîndar bû. Her wiha rojnamevanên ku dixwestin bûyeran bişopînin jî hatin astengkirin û li wan xistin.

Komek ji endamên Şandeya Aştiyê ku ji Ewropayê hatibû û li Başûr hevdîtinan dike jî, xwest piştgiriyê bide çalakiyê, lê destûr nedan wan jî ku derbas bibin.

Li ser astengkirinê, girse li ber benda kontrolê li hev kom bû û daxuyaniyek da çapemeniyê.