Merasîma piştevaniyê ya bi penaberên kampên li Amesterdamê

Li Amesterdamê bi tevlêbûna 70 penaberên ji gelek kampên penaberan merasîmeke yê piştevaniyê hat lidarxistin.

Li paytexta Hollanda Amesterdamê bi Kurdistaniyên li kampên penaberan dimînin re merasîmeke piştevaniyê ku ji aliyê Meclîsa Amesterdam a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin hat lidarxistin.

Nêzî 70 penaber ji gelek kampên penaberan ên Hollandayê tevlê merasîmê bûn.

Di merasîmê de dengbêjî, helbest û mûzîk her wiha pandomîm jî hatin pêşkêşkirin û govend hat gerandin.

Ji bo girtiyên nexweş yên li girtîgehan jiyana xwe ji dest danî jî helbest hatin xwendin.

Tê plankirin merasîma ku bi piştevanî û coşeke mezin ve bi dawî bû, ji vir û şûnde bi rengekî rêk û pêk û berdewam bê lidarxistin.