Meclîsa Kantona Cenevreyê pêşnûmeya li dijî zextên li Tirkiye erê kir

Meclîsa Kantona Cenevre pêşnûmeya têkildarî bidawîkirina zextên dewleta Tirk a li ser Kurdan û muxalefetê, dîsa pêşwazîkirina daxwazên girtî û dawîkirina êrîşên dewleta Tirk a li Sûriye, erê kir.

Di pêşnûmeya Cotmeha 2019’an hatibû amadekirin û dabûn Meclîsa Kantonê, bal kişandibû ser zextên li Kurdistan û Kurdan.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan ve hate lêkolînkirin, piştî nêrînên Kurdan hatin guhdarkirin û şûnde duh li Meclîsa Kantona Cenevreyê di rûniştina hate pêkanîn de bi erêkirina 51 dengan, 36 dengê na û 6 dengên bê alî, hate erêkirin.

Di pêşnûmeya ku rapora piranî ji aliyê Jean Batoû, rapora kêmenetew jî ji ali Celîne Zuber-Roy ve hate amadkirin, pêşniyarên Wezareta Karê Derve ya Swîsre jî cih digire.

Di pêşnûmeyê de ev made li xwe digire:

“Mexdûrên zextê ya tundiyê ya li Tirkiye kurd in.

HDP jî di nav de gelek muxalîf hatine girtin.

Mercên girtiyên siyasî yên Kurd jî di nav de, mafê mirov û demokratîk bi wayekî zêde ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin.

Divê greva birçîbûnê ya bi hezaran kes ketinê, bê bersiv nemîne.

Ji bo azadiya girtina, ji bo tedbîrên dîplomatîk kar bê kirin.

Divê destek bê dayîna çalakiyên civaka Kurd û hêzên demokratîk ên Cenevreyê.

Divê Konseya Ewropayê ji bo rêz ji mafê gelê Kurd re bê girtin, xebatê bike.”