Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê 14’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist

Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê 14’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist.

Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê ku rêxistina herî bilind a saziyên Kurdan li avahiya KCC’ê y Londonê bi tevlêbûna delegeyan 14’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Eywana kongreyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hate xemilandin. Kongre bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê beşdarvanan bi yek dengê dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Ewilî Hevseroka KHM‘a Îngilistanê Elîf Sarican axivî. Sarican anî ziman ku Kurdistan di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û got: “Li dijî êrîşên faşîzan û dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê li her qadê Kurd rabin li ser piyan û bi berxwedana dîrokî ya gerîlayan re bibin yek.“

Sarican anî ziman ku paradîgmaya azadiya zayendî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya jinan ronî kiriye û bal kişand ser hêza pêşeng a jinên Kurd a di têkoşîna azadiyê de.

Di kongreya ku raporên faliyet û maliyê bi xwendinê hatîn nîqaşkirin de, nirxandina rewşa pêvajoya siyasî û rêxistinî hat kirin. Di kongreyê de qala kêmahî û netêrbûnan hat kirin û hat destnîşankirin ku di jiyana xwe de cih bi cih kirina paradîgmaya azadiyê mifteya serkeftinê ye.

Di kongreyê de herî dawî behsa rojeva hilbijartinê hat kirin. Di hilbijartinên ku hatin kirin de Miraz Serhat ji nû ve wekî hevserok hate hilbijartin, Sarican li gorî biryara 2 serdeman erka xwe radestî Meclîsa Jinê ya Zîlan Besîme Başar kir.

Di dawiya kongreyê de Başar û Serhat yek bi yek axivîn û soz dan ku wê girêdayî nirxên paradîgmaya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin.

Hevserokan destnîşan kir ku divê xebateke bi hêztir li dijî faşîzma dewleta Tirk bê kirin û gotin ku gelê Kurd û dostên wan li dijî dagirkeran di berxwedaneke mezin de ne.

Kongre bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.