Mazlûm Tûnç û hevrêyên wî li Hambûrgê hatin bîranîn
Şehîd Mazlûm Tûnç û hevrêyên wî li Hambûrgê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Şehîd Mazlûm Tûnç û hevrêyên wî li Hambûrgê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Mazlûm Tûnç, Agirî Gabar, Peyman Bagok û Çavrê Cîlo li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê hatin bîranîn. Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û di serî de xizmên Mazlûm Tûnç gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, siyasetmedar Nîmet Sevîm axivî û diyar kir ku şehadet hemû ji bo serxwebûna Kurdistanê û azadiya gelê Kurd e. Sevîm anî ziman ku li hemberî komkujî, zilm û zordariyê ji bilî berxwedanê rêyeke wan a cuda nîne û got, "Em şehîdên xwe careke din bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin."
Bi navê Malbatên Şehîdan ên li Hambûrgê jî Azîz Rojava axivî û diyar kir ku azadî bêyî berdêlan bi deset nakeve û şehîdan di vê oxirê de canê xwe dan.
Di bîranînê de ku goşeyek ji wêneyên şehîdan hate amadekirin, sînevîzyonek hate nîşandan.