'Maskeya li ser rûyê saziya alîgirê AKP'ê kete xwarê'

'Şertê Pîvanan' ê ku hikumeta Fransayê ji bo têkoşîna li dijî çeteyên Îslamîst ên tundrew pêşkêş kir, ji aliyê saziyên Tirk ve nehate îmzekirin.

Li Fransayê ku salên dawî gelek êrişên Îslamîstên tundrew rû dan, meha Cotmehê piştî ku mamosteyek hate serjêkirin, 'Şertê Pîvanên Îslama Fransayê' hate amadekirin û roja Yekşemê ji aliyê gelek saziyan ve hatibû îmzekirin. Saziya nûnera herî mezin a li welêt Konseya Olî ya Îslamî ya Fransayê (CFCM) bi 5 ji 9 federasyonên xwe, di hevdîtina bi Serokkomar Emmanûel Macron re mohra xwe danîbû binê vî şertî.

Lê belê Mîlî Goruş û Komîteya Koordînasyona Tirkên Misilman a Fransayê (CCCTM) a ser bi AKP'ê ve jî di nav de sê federasyonên CFCM'ê ev şert îmze nekirin. Her wiha federasyona bi navê Foî et Pratîqûe jî li gel saziyên Tirkan bi heman awayî tevdigeriya.

ŞÎROVEYA WEZARETÊ: MASKE DIKEVIN XWARÊ

Le Fîgaro û AFP'ê têkildarî vê biryarê cih dan gotinên rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Hundir. Rayedarekî wezaretê got, "Îmzenekirina wan teqez dramek nîne. Berevajî, em armanca wan a rastî dibînin." Rayedar her wiha got, "Maske dikevin xwarê" û destnîşan kir ku divê her kes bi berpirsyarî tevbigere.