Marketa Vselichova: Em ji bo mirovayetiyê şer dikin

Hemwelatiya Komara Çekê Marketa Vselîchova ji bo piştgiriya gelê Kurd ê ku li dijî DAÎŞ’ê şer dike di sala 2015’an de çûbû Rojava û serboriyên xwe kir pirtûk.

Hemwelatiya Komara Çekê Marketa Vselîchova ji bo piştgiriya gelê Kurd ê ku li dijî DAÎŞ’ê şer dike, wê demê çûbû Rojava. Di sala 2016’an de dema ku xwest ji Tirkiyeyê biçe Başûrê Kurdistanê tevî hevjînê xwe Mîroslav Farkas li Tirkiyeyê hatibû girtin. Marketa Vselîchova 4 salan li Tirkiyeyê di girtîgehê de ma û serboriyên di pirtûka xwe ya bi navê ‘Me ji bo mirovayetiyê şer kir’ de nivîsand.

Marketa Vselîchova hefteya borî li Pragê ya ku paytexta Komara Çekê ye pirtûka xwe da nasandin û qala têkoşîna xwe ya dirêj a ji Şengalê heta Rojava dike. Marketa Vselîchova qala salên xwe yên di girtîgehên Tirkiyeyê de jî dike û di beşa dawîn a pirtûka xwe de jî qala bîranînên xwe yên li girtîgehê yên bi hevalên xwe yên Kurd dike û albumeke wêneyên ji Şengal û Rojava jî di pirtûkê de cih digire.

Vselîchova di meha Nîsanê de tevî hevjîn û keça xwe Arîenê çû serdana Rojava û heta Reqayê çû. Wê hevalên xwe yê berê dît û li kampên penaberan geriya. Vselîchova li Komara Çekê jî têkoşîna xwe ya ji bo Rojava didomîne.

SALÊN WÊ YÊN GIRTÎGEHÊ

Marketa Vselîchova di sala 2015’an de ji bo alîkariya mirovî çûbû Şengalê û piştre derbasî Rojava bûbû. Tevî hevjînê xwe Mîroslav Farkas jî ji bo alîkariyan bidomîne, di sala 2016’an de dema çû Başûrê Kurdistanê hate girtin.

Li Şirnexê bi îddîaya endamên YPG’ê ne li Marketa Vselîchova û hevjînê wê Mîroslav Farkas, 6 sal û 3 mehan ceza hate birîn. Ev ceza di navbera Komara Çekê û Tirkiyeyê de bû sedema krîzê. Marketa û hevjînê wê 4 salan li Tirkiyeyê di girtîgehên Şirnex, Şakran û Erciyesê man û di encama zextên Çekê de hatin berdan.

Marketa baş bi Kurdî dizane û navê keça xwe kiriye Arîen. Marketa Vselîchova tevî hevjînê xwe Mîroslav Vselîchova xebatên xwe yên ji bo Rojava didomînin.