Mam Zekî li Berlînê hat bîranîn

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye Mam Zekî di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.

Gelek Kurdistanî tevlî merasîma bîranînê bûn. Bîranîn ji aliyê rêxistina sîwan a jinên Êzidî û Nav-Berlînê hatibû organîzekirin. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîn şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê endama rêxistina sîwan a jinên Êzidî Nûre Alkiş axivî.

Alkiş destnişan kir ku Mam Zekî ferd û rêberekî gelê Êzidî bû û got: “Wisa fikirîn ku di şexsê wî de wê hemû Êzidiyan qir bikin, lê dîtin ku ev tişt xwexapandin e.”

Ji Komîteya Malbatên Şehîdan Dayê Gozê jî wiha axivî; “Bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdên Kurdistanê ditewînim, îro bi hezaran Zekî, bi hezaran Egîd ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin. Pêwîst e em wê têkoşînê bilind bikin û xwedî li şehîdên xwe derkevin.”

Siyasetmedar Kurd Raman Îmîr jî axivî û diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de noqteyekî pir girîng yê serdemê ye. Her wiha destnişan kir ku bi vê pêngava ku di şert û mercekî ku mêtingeriya dewleta Tirk hemû nirxên gelê Kurd ji her cûre qirkirinan re derbas dikir de pêkhatî re axa mirî ya li ser gelê Kurd hat rakirin û baweriya ku wê bikare ji nû ve hebûna xwe û civakekî azad biafirîne derxist holê.

Îmîr di dewama axaftina xwe de got, “Di vê wateyê de 15’ê Tebaxê di asta manîfestoya avakirina jiyana nû de ye. 15’ê Tebaxê ku nasnameya Kurdê azad nû kir û hemû nirxên ku ji wê rojê heya îro hatinî afirandin, em deyndarê şehîdên xwe ne. Di şexsê Mam Zekî hemû şehîdên ku afirînerê hemû nirxanin bi rêzdarî bi bîr tînim. Mam Zekiyan, Zîlanan, Bêrîtanan û Egîdan pêşengî ji vê têkoşîna azadiyê re kirin.”

Merasîm bi nîşandayîna sînevîzyona têkildarê jiyan û têkoşîna Mam Zekî ve dewam kir. Piştî sînevîzyon hat temaşekirin merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.