Mam Beşîr li Lîegeyê hate bîranîn

Endamê Koordînasyona Cîvak Êzidî Mam Beşîr ê di 14’ê Kanûna 2020’an de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, li bajarê Lîegeyê hate bîranîn.

Endamê Koordînasyona Cîvak Êzidî Mam Beşîr ê di 14’ê Kanûna 2020’an de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, li bajarê Lîegeyê hate bîranîn. Bîranîn li Navenda Çanda Mezopotamya a Kurd hate lidarxistin. Di bîranînê de ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Di bîranînê de hate gotin ku Mam Beşîr bê ku tu cudahiyê di nava baweriyan de bike ji bo çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn meşandiye.

Di bîranînê de sînevziyonekî ku jiyana Mam Beşîr  vedibêje hate temaşekirin.

Mam Beşîr di 14’ê Kanûna 2020’an de li Şengalê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Mam Beşîr di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, wî berê xwe da Şengalê û ji bo Êzidî bigihin statuya xwe xebatek berfireh meşand.

Mam Beşîr di sala 1956’an de li Êlihê dayik bûye û bavê 6 zarokan e. Di sala 1970’an de ji ber zextên dewleta Tirk wî koçî Elmaniyayê kir.