Mahîr Mazlûm û şehîdên Zapê li Berlînê hatin bibîranîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Mahîr Mazlûm ê di berxwedana Zapê de şehîd bû û şehîdan li Berlînê meresima bibîranînê hat lidarxistin.

Nav-Ber Meclîsa Jinan Dest-Dan, ji bo gerîlayê HPG‘ê Mahîr Mazlûm (Mehmet Aslan) û şehîdên Zap û Avaşînê li Berlîna paytexta Elmanyayê meresima bibîranînê hat lidarxistin. Bibîranîn piştî girtina rêzê bi dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ dest pê bû. Endamê Meclîsa Nav-Berlînê Mazlûm Karagoz got: ‘’Mirov ji bo şehîdan çi jî bibêje ne bes in. Gotin têr nakin. Lê ciwanên Kurd, Tevgera Azadiyê hesabekî bi dîrokî dipirse ji dijmin. Heval Mahîr Mazlûm jî 24‘ê Gulanê di êrîşên dijminan de şehîd bû. Di şexsê wî de em ê hemû şehîdan bi rêz bi bîr tînin.

Huseyîn Guneş li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlînê axivî bal kişand ser giringbûna berxwedana Zapê û ev gotin kirin: “Ciwanên me di vî şerê qirêj de şehîd dibin. Mahîr Mazlûm jî vê mehê tev lî karwanê şehîdan bû. Li Zapê, li Avaşînê, li Gareyê şer giran e. Dewleta Tirk bi tevî hevkarê xwe Barzanî û bi çekên têknolojîya herî dawîn êrîşê ciwanên Kurdan dike. Armanca wan, bidestxistina vê derê û bicihkirina hêzên xwe li vir e. Hevrêyên me li vir li ber xwe didin. Hem felsefeya Rêber Apo hem bi partiyê bi dil û can bawer in.“

Ji bo yên tev li bernameyê bûn sînevîzyonek li ser Mahîr Mazlûm hat nîşandan. Hevserokê Nav-Berlînê xitabî yên tev li bernameyê bûn kir û got: “Mirov gava şehîdan bi bîr tîne nirxên rêxistinê bi bîr tîne. Heke em nirxên rêxistinê yên şehîdan bidin rûniştandin hem wê hezkirina ji hev û din a civakê zêde bibe, hem jî wê piştgiriya ji bo şehîdan û gerîla zêde bibe. Mirov nikare bibêje ku em bi temamî li pîvanên rêxistinê dibin xwedî.“

Piştî bernameya bibîranînê li Nav-Berlînê nan hat danîn.