Macron ji bo Minbicê sersaxî xwest

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, ji ber "êrîşa terorîstî" ya roja Çarşemê ya li Minbicê peyamek weşand.

Peyam li malpera înternetê ya Qesra Elyseeyê hate weşandin û tê de wiha hate gotin:

"Li qurbaniyên êrîşa terorîstî ya li Minbicê difikirim. Ji bo azadiya me biparêzin canê xwe dan. Di vê kêliya giran de, Fransa bi biryar e ku tevî hevalbendê xwe DYE'yê li dijî DAÎŞ'ê heta dawiyê şer bike."

Roja Çarşemê saet 12:38'an li kolana Sîndîsê ya li navenda bajêr li pêşiya restûranta Qesir El-Ûmeraayê êrîşeke xwekujî hatibû kirin û çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyarî li xwe girtibûn. Ji ber êrîşê 4 jê leşkerên Emerîkî 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 18 jî birîndar bûbûn. 9 ji qurbaniyan sivîl bûn.