Li Zurîhê ji bo Zara Muhammedî çalakî

Li Zurîhê Kurd û saziyên sivîl ên Siwîsrê ji bo Zara Muhammedî ya bi hinceta perwerda zimanê Kurdî dide zarokan hatibû girtin, çalakî li dar xistin.

Li qada Helvetîaplatz yê bajarê Zurîhê yê Siwîsrê ji bo Zara Muhammedî ya bi hinceta perwerda zimanê Kurdî dide zarokan hatibû girtin, çalakî hate lidarxistin. Ferdên malbata Muhammedî û ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn.  

Di çalakiyê de xwişka Zara Muhammedî, Kanî Muhammedî axivî û xwest demildest Zara Muhammedî serbest were berdan. Kanî Muhammedî diyar kir ku xwişka wê hemû jiyana xwe ji bo fêrkirina zimanê Kurdî da û got: “12 salan bi awayek bê navber û israr qûrs vekir û zarok perwerde kir. Em ji vê xebata Zara serbilindin. Divê demildest Zara serbest were berdan.“

Li ser navê Enstîtuya Zimanê Kurdî Alî Şîmşek jî mafê axaftinê girt û wiha got: “Li çar parçeyên Kurdistanê ziman, çand û nasnameya Kurdan dibin êrîşan de ye. Divê li dijî êrîşan hemû Kurd xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derkevin.“

Piştî axaftinan çalakî bi stran û helbestan dawî bû.