Li Zurîchê çalakiyên ji bo Şoreşa Rojava

Bi wesîleya sala 10'an a Şoreşa Rojava, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê çalakiyên ku meha Nîsanê destpê kiribûn, dewam dikin.

Di çalakiya roja Şemiyê de ku ji aliyê Komîteya Rojava ya Zurîchê ve hate lidarxistin, pirtûka 'Briefwechsel' hate nasandin ku li ser nameyên nivîskar û pêşengê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li Ewropayê yê şehîd bû Huseyîn Çelebî û ji milîtanên RAF'ê Christa Eckes ên di sala 1988'an de destpê kir, pêk tê.

Edîtora pirtûkê Gisela Briefwechsel jî tevlî çalakiyê bû ku bi xwe jî ji doza RAF'ê (Fraksiyona Artêşa Sor) hate darizandin.

Christa Eckes demeke dirêj girtî ma. Sala 1973'an tevlî nava RAF'ê bû û sala 1984'an cara duyemîn hate girtin.

Di pirtûka 'Briefwechsel' de nivîsên navbera herdu girtiyan, greva birçîbûnê ya girtiyên RAF'ê ya sala 1989'an û doza Dusseldorfê ya ku di encamê de PKK hate qedexekirin, hatin vegotin.

Komîteya Rojava diyar kir ku çalakiyên ji bo sala 10'an a Şoreşa Rojava wê meha Cotmehê jî dewam bike.