Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Zanîngeha Atînayê li dijî tecrîd û dagirkeriyê çalakî hat lidarxistin

Endamên TCŞ’ê li dijî tecrîda Îmraliyê û dagirkeriya li Kurdistanê, li Zanîngeha Atînayê çalakiyek li dar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Kurdistanê, didomînin.

Endamên TCŞ’ê ji bo bal bikêşînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Zanîngeha Atînayê ya paytexta Yewnanistanê çalakiyek li dar xist.

Ciwanan destpêkê belavokên bi zimanê Îngilîzî li zanîngehê belav kirin û destnîşan kirin ku polîtîkayên dewleta Tirk a tecrîdkirina Abdullah Ocalan, ji êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê qut nînin. Ciwanan banga mezinkirina têkoşînê û xwedî derketina li Rêberê Gelê Kurd kirin û piştre li xwaringeha zanîngehê posterên Abdullah Ocalan û alên PKK’ê daliqandin.