Li Yewnanistanê roja dawîn a Meşa Dirêj e

Li Yewnanistanê TCŞ û TekoJIN’ê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk Meşa Dirêj dabû destpêkirin. Meşa Dirêj di roja dawîn de didome.

Li Yewnanistanê TCŞ û TekoJIN’ê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê û ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan Meşa Dirêj dabû destpêkirin. Meşa Dirêj di roja sêyemîn de didome.

Li Kampa Lavrîoyê bi tevlêbûna sedan kesan meşa ji bo sê rojan hatibû destpêkirin. Çalakvan duh gihiştin Marco Poûloyê û di destê sibehê de jî meşiyan Atînayê.

Çalakvan bi pankartên ‘Li dijî xiyanet û dagirkeriyê, werin cenga azadiyê’, ‘Defend Kurdistan’ û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê meşa xwe didomînin.

Çalakvan wê li pêşiya Akademiya Atînayê werin pêşwazîkirin û wê piştre li pêşiya Konsolosxaneya Tirk daxuyaniyê bidin û ev çalakî wê biqede.

Êvarî jî wê di çarçoveya Pêngava 1’ê Hezîranê de li kampa Lavrîtoyê şahiyek girseyî were lidarxistin.