Li Yewnanistan û Fransayê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin

Li Atîna, Montpellîer û Avîgnonê 44’emîn salvegera damezirîna PKK’ê hat pîrozkirin.

Li Atînaya paytexta Yewnanistanê û li bajarên Avîgnon û Montpellîer ên Başûrê Fransayê, 44’emîn salvegera damezirîna PKK’ê bi çalakiyên cuda hat pîrozkirin.

ATÎNA

Li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê, bi tevlêbûna bi sedan kesan salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin. Pîrozbahî, bi pêşengiya Navenda Çandê ya Kurd a Demokratîk a Atînayê, TCŞ û TJK-E’yê hat organîzekirin. Qada pîrozbahiyê, bi alên PKK, KCK, TJK-E, YPG û YPJ’ê hat xemilandin.

Beriya pîrozbahiyê ji bo şêhîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin. Piştre li ser navê Navenda Çandê ya Kurd a Demokratîk a Atînayê li ser wate û giringiya rojê axavtin hat kirin.

Peyamên pîrozbahiyê yên PAJK, Komalên Ciwan, hin partiyên Kurd, rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî û rêxistinên anarşîst, çepgir û sosyalîst ên Yewnanistanî hatin xwendin.

Gava axavtin û xwendina peyaman, bêyî navber diruşimên “Bijî Serok Apo“, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin.

Sînevîzyon li ser dîroka têkoşîna PKK’ê ya bi 44 salan hat nîşandan. Fişekên hewayî hatin berdan. Koma Folklorê ya Şehîd Armanc Kerboran xwe lîst. Koma muzîkê Antîstekomaste ya Yewnan û Hunermendê Kurd Ronî Erez derketin ser dikê.

Beşdaran, li ber muzîkê govend gerand û dirûşme berz kirin.

AVÎGNON

Li bajarên Avîgnon û Montpellîer ên başûrê Fransayê, bi hezaran Kurdistaniyan salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê silav kir û got: “Her der berxwedan, her der Rojava.“

Kurdistaniyên bi alên PKK’ê li Avîgnonê meşiyan ber avahiyê, bêyî navber dirûşmên “Bijî Serok Apo“ û “Bijî PKK“ berz kirin. Di dawiya meşê de li ser navê girseyê şandeyekê, dosyeyeke li ser rakirina qedexeyê ji ser PKK’ê pêşkêş Alîkarê Şaredarê Avîgnonê kir. Di dosyeya ku hat pêşkêşkirin de behsa qetilkirina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hat kirin.

MONTPELLÎER

Li Montpellîerê jî salvegera damezirîna PKK’ê, bi civîna gel hat sîlavkirin.

Di civînê de hat diyarkirin dem dema man û nemanê ye û piştgiriya PDK’ê ji bo êrîşên qirkirinê hat şermezarkirin. Civîn bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo“ û “Bijî PKK“ bi dawî bû.