Li Xakurkê, Botan û Dêrsimê: 9 dagirker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA/Starê roj bi roj zêde dibe. Li Xakurkê, Botan û Dêrsimê bi qasî ku hate tespîtkirin 9 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyanî dan.

Di daxunaiya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

LI XAKURKÊ BI AWAYEKÎ HEMDEM LI DAGIRKERAN HATE XISTIN

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me di 19’ê Gulanê saet di 17.00’an de li herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên hemwext li dar xist.

Hêzên me li Girê Lêlikanê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Balefirên şer û helîkopteran li derdora Girê Şehîd Şervan û Girê Lêlikanê dane.

Artêşa Tirk a dagirker li Geliyê Elî Dirêj ê herêma Xakurkê kamerayên mobese û panelên rojê bi cih dike. YJA Starê bi çalakiyekê ev panelên rojê û kamerayên mobese kiriye hedef û hemû îmha kiriye.

Di van çalakiyan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

LI BOTANÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 17’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Gundikremo yê Cûdiya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de, di 18’ê Gulanê de saet di 17.30’an de yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û li wan dane. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de hêzên me bi selametî vegeriyane cihên xwe.

Artêşa Tirk a dagirker di 11’ê Gulanê de li qada Şehîd Hemze ya di navbera Gêxiya Çewligê û Pulumura Dêrsimê bi tevlêbûna kontra û cerdevanan operasyonek daye destpêkirin.

Di 11’ê Gulanê de saet di 13.30’an de dema ku operasyonê xwestiye xwe bera nav qadê bide, hêzên me ji 3 aliyan ve li wan dane. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de hevala me Şîlan (Zîlan Tek) li hemberî dijmin bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye.

Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:

Nasnav:  Şîlan Sêrt

Nav û paşnav: Zîlan Tek

Cihê jidayîkbûnê: Sêrt

Navê dê û bav: Azîme-Alaaddîn

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Gulanê 2019/Pulumur

Di heman rojê de hêzên me yekîneye dijmin xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve lê dane. Di vê çalakiyê de jî 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşkerên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Di vê çalakiyê de hêzên me bi selametî ji qadê vekişiyane.

Di 13’ê Gulanê saet di 17.30’an de balefirên şer û helîkopterên artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de du hevalên me şehîd bûne. Wê piştre nasnameya hevalên werin eşkerekirin.

NASNAMEYA ŞEHÎDÊN KERBORANÊ

Di 24’ê Adara 2019’an de me diyar kiribû ku di 18’ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker li gundê Roverê ya Kerborana Mêrdînê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de hêzên me çalakî li dar xistibûn û 6 leşkerên dijmin hatibû kuştin. Me ragihandibû ku di vê çalakiyê de 3 hevalên me li hemberî dijmin bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav:  Aras Nekeroz

Nav û paşnav:Kemal Nadîre

Cihê jidayîkbûnê: Sine

Navê dê û bav: Firişte-Sohbettûllah

Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Adara 2019’an/Kerboran

***

Nasnav: Dilxwaz Torî

Nav û paşnav: Orhan Tok

Cihê jidayîkbûnê: Kerboran

Navê dê û bav: Rabîa –Abdûllah

Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Adara 2019’an/Kerboran

***

Nasnav: Rêber Botan

Nav û paşnav: Kasim Saptik

Cihê jidayîkbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Hûrî - Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Adara 2019’an/Kerboran”