Li Wuppertalê protesto: Dewleta Tirk mirovan û sirûştê qir dike

Komîteya Dar Jîn a Ekolojiyê ku li Wuppertalê dewleta Tirk protesto kirî got, ''Pêşî li êrîşên dagirker û qirkirina sirûştê bînin.''

Li bajarê Wuppertalê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên ddeewleta Tirk û qirkeriya wê ya ser sirûştê hete şermezarkirin.

Komîteya Ekolojiyê ya Dar Jînê ku ji hêla Meclîsa Jinan a Wuppertalê û enternasyonalîstan ve hatî avakirin çalakiyek kir. Endamên komîteyê êrîşên qirker ên Tirk û qirkirina sirûştê şermezar kirin, li navenda Wuppertalê tabêla bi daran ve kirin. Çalakgeran afîşên bi nivîsa ''Ez darek im, xwişk û birayên min ji hêla artêşa Tirk ve hatin şewitandin! Tevgera dagirer a li ser Kurdistanê rawestînin'' û, ''ez darek im! Li Metîna gelek xwîşk û birayên min ji bo ku mirovan bikujun hatin birîn. Şerê Tirkiyê yê li ser Başûrê Kurdistanê rawestînin.''