Li welatên Ewropayê Pêngava 15’ê Tebaxê hat silavkirin

Kurdên li Koln, Viyana û Helsinkiyê li dijî dewleta Tirk a dagirker derketin qadan û Pêngava 15’ê Tebaxê silav kirin.

Li gelek welatên Ewropayê Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahî û çalakiyan hate pîrozkirin.

KOLN

Li qada Ebertplatz ya Kolnê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinan a Viyanê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk bi pankartan hatin şermezarkirin û wêneyêkî mezin ê Mahsûm Korkmaz hat hilgirtin û Pêngava 15’ê Tebaxê hat silavkirin.

Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de, hat diyarkirin ku hefteyên dawîn, di heftiyên dawî de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov ên biçek ên bi ser Rojava de zêde bûne û ji serê meha Tîrmehê heta bi niha 15 kes hatine qetilkirin.

Çalakgeran, daxwaza bi dawîbûyîna êrîşên dewleta Tirk û girtina qada hewayî ya Rojava ji firînê re kir.

VIYANA

Li Viyanaya paytexta Awusturyayê jî Pêngava 15’ê Tebaxê hat silavkirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.

Di meşa heta bi Stephansplatz Operê hat kirin de ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorî’’ îmze jî hatin berhevkirin.

HELSÎNKÎ

Bi boneya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê şahiyek hat lidarxistin.

Şahiya ji bo 15’ê Tebaxê, li parka Kallahti bi tevlêbûyîna gel û xebatkaran hat lidarxistin.

Bernameya şahiyê, ji bo bîranîna Cangoriyên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser giringiya rojê û pêvajoya siyasî Mîrhem axaftinek kir.

Şahî, bi gerandina gobendê û muzîkê bi dawî bû.