Li welatên Ewropayê ji bo Qetlîama Parîsê banga ‘edalet’ hat kirin

Kurdistanî û dostên wê ku li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan dewleta Tirk ku 3 jinên siyasetmedar qetilkirî û şirîkên wê yên qetlîamê dinuximînin şermezar kirin; sê şitil bibîr anîn û banga pêk anîna erkê li dewleta Fransayê kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li gelek bajarên Ewropayê bi taybet li Fransa, Elmanya, Hollanda, Norwêc û Swêdê daketin qadan, bertek nîşanî hesab nepirsîna ji dewleta Tirk ê komkujiya Parîsê pêkanî dan û bang li rayedarên Fransî kirin ku di zûtirîn demê de vê qetlîamê çareser bikin.

MARSÎLYA

Bi wesîleya salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Meydana Canabîere ya bajarê Marsîlya yê Fransayê meşek hat lidarxistin.

Kurdên ku ji Montpellîer, Dragûîgnan, Marîgnane û Avîgnon hatin û li Marsîlyayê hatin cem hev. Collectîf Solîdaîre Kurdistan 13, Lîgûe des Droîts de l'homme, Marseîlle Mondîale des Femmes, 13 Paca Moûvement Contre le Racîsme et poûrûprementîles' de la Paîx 13, Noûveaû Partî Antîcapîtalîste, Partî Commûnîste Françaîs, Partî de Gaûche, Solîdarîte & Lîberte Provence û Ûnîon Departementale jî tevlê çalakiyê bûn.

Di meşê de ligel pankartên li ser hatinî nivîsandin, “Em daxwaza ronîkirina qetilkirina 3 jinên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin dikin”, "Emê efû nekin, emê ji bîr nekin", "Jin jiyan azadî" û pankartên bi gelek zimanan ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, hatin vekirin. Her wiha ala mezin a PKK'ê, posterên 3 jinên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin, pankartên "Li Fransayê edalet kor û ker e" û "Qatîlên sê jinan ên li Parîsê hatin qetilkirin veneşêrin” hatin hilgirtin.

Di meşê de dirûşmeyên "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan", "Hevkar Fransa" û "Bila ev komkujî ronî bibe" hatin berzkirin.

Meşê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Marsîlyayê bi mîtîngekê berdewam kir. Ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştre bi zimanê Fransî daxuyanî hat xwendin û ji aliyê berdevkên saziyên beşdar ve axaftin hatin pêşkêşkirin.

Di axaftinan de bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku komkujî bê ronîkirin û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Di dawiyê de Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngur axaftinek kir û bang li dewleta Fransa kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û dosyayê veke û sûcdaran eşkere bike.

STRASBOÛRG

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin cem hev û ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin meşek li dar xistin. Girse li wir ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin, li ber stasyona trenê ya navendî kom bûn û bi pêşengiya însiyatîfa jinan saet 13.00’an meşa xwe dan destpê kirin. Meş piştî mîtîngê bi dawî bû.

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê jî 9. salvegera komkujiya Parîsê hat protestokirin. Kurdistaniyên ku li ber Sefaretxaneya TC ya Amesterdamê hatin cem hev, li hemberî hewldanên ku dixwazin komkujî were nixumandin nerazîbûn nîşan da û tevî 9 sal di ser re derbas bûye jî lê doz nehatiye vekirin. Endamên Piştevaniya Radîkal jî di axaftina xwe de diyar kirin ku Fransa bûye hevparê sûcêTirkiye.

STOCKHOLM

Jinên Kurd li paytexta Swêdê Stockholmê komkujiya Parîsê protesto kirin. Meşa ku ji aliyê rêxistina jinan a Sara ve hat organîzekirin saet di 13:00 de li Qada Norra Bantorget destpê kir û heta Qada Norrmalmstorget berdewam kir. Di çalakiya ku dirûşmeyên "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin Jiyan Azadî" û "Qatil Erdogan" hatin berzkirin de, derbarê komkujiya Parîsê belavok hatin belavkirin. Piştî meşê di mîtînga ku li Qada Norrmalmstorget hat lidarxistin de Berdevka Rêxistina Jinên Kurd ên Sarayê Sara Ayşe Dîdar axaftinek kir.

Dîdar di axaftina xwe de got, "Erka me ye ku em 3 jinên şoreşger ên Kurd bibîr bînin û doza azadiya jinên Kurd xurtir bikin. Fransa bi nixumandina vê komkujiyê re bi dewleta xwînmêj ku hemû planên xwe li ser îmha û Komkujiya Kurdan avakiriye re hevkariyê dike. Ev yek ji bilî ku hêrsa Kurdan zêdetir dike bi kêrî ti tişî nayê û wiha got: “Em careke din banga edaletê dikin. Em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

Di çalakiyê de tevî şehîd Sara, Rojbîn û Rohanî, siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê di berxwedana xwerêveberiyê de hatin qetilkirin jî hatin bîranîn. Ji bo şehîdên Parîs û Silopiyayê wê sibe saet di 13.00’an de li Komeleya Çand û Hunera Kurd a Stockholmê merasîmeke bîranînê bê lidarxistin.

OSLO

Li paytexta Norwêcê Osloyê jî Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeya “Dem dema radestkirina faîlan ji edaletê ye” komkujiya Parîsê şermezar kirin.

Çalakî li ber navenda NCDK a Osloyê destpê kir û bi wesayîtan weke konvoy heta ber Sefaretxaneya Fransayê ya li Osloyê dewam kir.

Li vir nûnerên TJK-E û Solîdarîtet med Kurdistan çeleng danîn.

Di çalakiyê de Nûnera TJK-E Norwêcê Lîda Weerts û Nûnera Solîdarîtet med Kurdistanê Beth Hartmann her yek axaftinek kirin û gotin, "Ji 9'ê Çileya 2013'an ve ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, di ser qetilkirina wan de 9 sal derbas bûn. Weke Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê em şehîdên Parîsê bi rêzdarî, heskirin û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe ya ji bo darizandina kiryaran dubare dikin û sonda xwe ya ku emê bîranînên şehîdên wekî bîranînên jinan zindî bihêlin dubare dikin.

Lîda Weerts got: “Pergala serdest a mêr bi zîhniyeta xwe ya faşîst pêşengên jinan krîmînalîze dike û dike hedef. Bi qetilkirina pêşengên jin ên weke Karîma Belûç li Kanadayê, Foroûzan Safî li Efganistanê, Zara Alvarez li Fîlîpînê, Hanan Al Barassî li Lîbyayê û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê... Ji bo me,  têkoşîna radestkirina faîlên Qetlîama Parîsê ji edaletê re di têkoşîna li dijî hemû cînayetên siyasî yên li ser jinan de gaveke girîng e. 9 sal in jinên Kurd, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hem li kolanan û hem jî li platformên hiqûqî daxwaz dikin ku berpirsyarên komkujiya Parîsê bên darizandin. Ji ber zelalbûna delîlan em daxwaz dikin ku ev sûcê li dijî mirovahiyê bê ceza nemîne. Li gel ku hemû delîl dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê nîşan didin, hat destnîşankirin ku komkujî ji aliyê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) ve hatiye organîzekirin, dewleta Fransayê jî bi hinceta kujer miriye doz girt.

Piştî vê yekê îtîrafên personelên MÎT'ê û piştre jî îtîrafên Serokê berê yê îstîxbarata Serfermandariya Giştî çêbûn. Lê rayedarên navneteweyî rastiyan ji ber berjewendî û têkiliyên xwe vedişêrin.

Hikûmeta Fransayê tevî ku di 3 salên dawî de lêpirsînên li ser qetlîamê ji nû ve hatine vekirin jî, hê jî di bin ronahiya delîlên şênber de ev doz neaniye dadgehê. Di salvegera Komkujiya Parîsê de em ê careke din li dijî faşîzm, baviksalarî û qirkirina jinê hevgirtina jinên cîhanê xurt bikin.

Em dixwazin ji cîhanê re nîşan bidin ku şoreş û berxwedaniya jinê sînor derbas kiriye û nikare were rawestandin. Em ê berdewam tekez bikîn ku gera serbest a jinan a di Sara, Rojbîn û Ronahî de hatiye sembolîzekirin paşeroj, îro û pêşeroja me ye. Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin!

Weke TJK-E em lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û heta kiryar bên darizandin em ê bidomînin.”

Herî dawî jî çalakgeran weke konvoyek ji ber Sefaretxaneya Tirk a li Osloyê derbas bûn û dirûşmeyên ku komkujî şermezar dikin û dixwezin kujer bên darizandin berzkirin.