Li welatê Baskê bi dehan hezar kes ji bo girtiyên ETA'yê meşiyan

Li welatê Baskê, bi dehan hezar kes ji bo azadiya girtiyên endamên ETA'yê meşiyan.

Li bajarên Bîlbao û Bayonne yên welatê Baskê, bi dehan hezar kes ji bo azadiya girtiyên endamên ETA'yê meşiyan.

Meş li her du parçeyên welatê Baskê bi rengekî cuda pêk hat ku di bin desthilatdariya Spanya û Fransayê de ne. Bi dehan hezar kes tevlî çalakiyan bûn.

Meşa li Bîlbaoyê bi beşdariya 76.000 kesî pêk hat. Meşa li Bayonne jî bi tevlîbûna 9 hezar kesî hate lidarxistin.

Ji bo 265 girtiyên ETA'yê yên li girtîgehên Spanya û Fransayê daxwaza efûya giştî hate kirin.

Girtiyên ji doza ETA'yê herî zêde li Spanyayê ne. Hikumeta Spanyayê dabû xuyakirin ku wê girtiyan veguhazîne deverên nêzî mala wan.

Ji 265 girtiyên ETA'yê, 46 jê li girtîgehên Fransayê, yek jî li girtîgeheke Portekîzê ne. Yên din jî li girtîgehên Spanyayê ne.