Li Viyanayê dagirkeriya qeyûman hate protestokirin

Li paytexta Ewûtûrya Viyanayê dagirkeriya qeyûman bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiyên protestoyê yên li dijî desteserkirina şaredariyan yên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve didomin. Kurdistaniyên li paytexta Ewûstûrya Viyanayê dijîn, bi organîzasyona Yekîtiya Hêza Demokratîk re li hev civiyan û çelenka reş danîn li pêşiya avahiya Sefaretxanea Tirk.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û banga bihestiyarbûnê li hikûmeta Ewûstûrya û rêxistinên civaka sivîl hate kirin.

Saetên êvarê Kurdistanî ji Wîen Westbahnhofê heta herêma Mûseûmsqûetîr bi dirûşmeyan meşiyan. Bê navber di meşê de dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “dewleta faşîst”, “Roj wê were dewlet wê hesab bide” û “HDP namûse, li namûsa xwe xwedî derbikeve” berz kirin.

Parlamentera berê ya Keskan Bêrivan Aslan axivî û got Kurdistanî û şoreşger ji sîstema faşîzmê re bûne tirsek. Aslan bêdengiya welatên Yekîtiya Ewropayê jî şermezar kir û got; “Dev ji têkiliyên qirêj û polîtîkayên xwe berdin.”