Li Viyana û Kîelê çalakiyên ‘Azadî ji Ocalan re’

Li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye û li bajarê Kîelê yê Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

VIYANA

Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN’ê li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Çalakî saet di 16.00’an de li Qada Operayê ya Karsplatzê hate lidarxistin. Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG, YPJ û TJK-E’yê hate vekirin.

Di çalakiyê de sînevîzyon hate nîşandan û çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî ji bo xwedîlêderketina berxwedana greva birçîbûn û ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.

Kîel Jiyan Jin, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Înîsîyatîfa Rojava tevlî çalakiyê bûn.