Li Viyana, Stûttgart û Saarbruckenê dewleta Tirk hate protestokirin

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê û li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate protestokirin. Li Saarbruckenê jî êrîşên li dijî Rojava bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengtiya Platforma Demokrasî ya Ewûstûryayê li Westbahnhof- Christian-Broda-Platz’ta li hev civiyan û wêneyên siyasetmedarên girtî hildan.

Di mîtîngê de Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewûstûrya axivî û nameya ku hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdinê ji bo serokên şaredariyên paytextên Ewropayê nivîsandibû xwend.

Parlamentera berê ya Partiya Keskan a Ewûstûrya Bêrîvan Aslan jî beşdarî çalakiyê bû. Aslan axivî û wiha got; “Tayînkirina qeyûman pêkanîneke dij hiqûqê ye û ev nayê qebûl kirin. Li beramberî helwest û zextên rejîma Erdogan divê Ewropa helwesteke diyar nişan bide.”

Serokê ‘Komeleya Piştevaniya Penaberên Polîtîk’ Mîchael Genner jî got li dijî pêkanînên rejîma faşîst a AKP’ê piştevaniya têkoşîna gelê Kurd dikin û li dijî van êrîşan tu carî Kurdan tene nahêlin.

Herî dawî Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewûstûrya Xalîs Sever jî axivî û got li dijî pêkanînên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ew ê li qadan bin.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê li dijî desteserkirina şaredariyan li Schlossplatz (Qada Kobanê) kon hate vedan û gel hate agahdar kirin.

Di çalakiyê de pankarta “Dawî li qeyûm were, îro Amed, Wan, Mêrdîn sibê dora Stenbol, Îzmîr û Enqerê ye.”

Li konê çalakiyê wêneyên hevşaredarên ku ji peywîrê hatine girtin hate daliqandin û têkildarî zextên li ser gelê Kurd û desteserkirina şaredariyan belavok hatin belavkirin.

Li aliyê din di çalakiyê de banga beşdarbûna meşa ku ji aliyê platforma piştevaniya bi HDP’ê re ku roja Şemiyê saet 15:30’an li Lautenchlegerstrasee ya Stûttgartê were lidarxistin hate kirin.

LI SAARBRUCKENÊ ÇALAKIYA PIŞTEVANIYA BI ROJAVA RE

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava hate protesto kirin. Di çarçoweya “RiseUp4Rojava” weke li gelek bajaran li Saarbruckenê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên piştevaniya enternasyonal hate berz kirin.