Li Velbertê şehîd hatin bibîranîn

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Melîha Çuruk, Behçet, Şengul, Tûncay Turkgucu, Umît Ozen ên di demên cuda de şehîd bûn û 17 gerîlayên di encama êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Verbertê hatin bibîranîn.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Melîha Çuruk (Stêrk Serhed), Behçet Şengul (Felat), Tûncay Turkgucu (Dogan), Umît Ozen ên di demên cuda de şehîd bûn û 17 gerîlayên di encama êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li bajarê Velbert ê eyaleta Ren Vestfalya ya Elmanyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Kurdistanî ji bo mewlûdê li Mizgefta Îbrahîm Xelîla hatin ba hev.

Di bîranînê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser êrîşê topyekûn yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kurdistanê û gelê Kurd.