Li Trier, Marburg û Grazê çalakiyên ji bo Jîna Emînî

Li bajarê Trier û Marburg ên Elmanyayê û li bajarê Graz ê Awûstûryayê ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin.

Kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê 'polîsên exlaqê' yên Îranê ve, li bajarên Trier û Marburg ên Elmanyayê û bajarê Graz ê Awûstûryayê hate şermezarkirin.

Li Trierê jinên Kurd, Fars û Elman êvarê li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin.

Di mîtîngê de bi zimanên cuda dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bimire hikumeta Îranê' hatin qîrîn.

Bi dehan jinan di dema çalakiyê de ji bo silavkirina serhildana jinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyan, porê xwe birîn û destmala xwe şewitandin.

Çalakiyeke bi heman rengî bi beşdariya mirovên ji gelên cuda li Marburgê hate lidarxistin.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî saet di 16:00 de Kurdistanî tevî dostên xwe li Hauptplatzê li hev civiyan û qetilkirina Jîna Emînî bi mîtîngekê şermezar kirin.