Li Toûloûseyê greva birçîbûnê dest pê kir

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir.

Ji bo piştgirî ji Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê re bê dayin û bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komuna Jinê ya Toûloûseyê dest bi greva birçîbûnê kir.

Greva birçîbûnê bi dirûşma "Ji Rêberê ku jin azad kir heta jinên ku rêber azad dike" li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Toûloûseyê ya li I'Unionê dest pê kir.

Naciye Ataç bi navê çalakgerên greva birçîbûnê axivî û got, Kurdên li her devera lê ne wê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nekin.

Ataç diyar kir, divê gelê Kurd bi berpirsyariya xwe rabe û got, "Rêberê azad tê wateya civaka azad û civaka azad jî Kurdistana azad e."