Li Torontoyê ji bo piştgiriya HDP’ê meşek hate lidarxistin

Ji bo piştgiriya HDP’ê li bajarê Torontoyê yê Kanadayê meşek hate lidarxistin.

Bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê li bajarê Torontoyê yê Kanadayê ji bo piştgiriya HDP’ê meşek hate lidarxistin.

Çalakger ji qada Bloorê heta qada Dundasê bi qasî du saetan meşiyan. Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê tevlî meşê bûn.

Di meşê de alayên HDP’ê û gelek dovîz hatin hildan û hate diyarkirin ku ew doza girtina HDP’ê qebûl nakin.

Di meşê e bi qasî 100 sed belavokên bi Îngilîzî li welatiyên Kanadayê hatin belavkirin. Piştre jî li qada Dunsasê daxuyanî hate dayîn û govend hate gerandin.