Li Torontoyê 27’ê Mijdarê bi çoş hat pîrozkirin

Bi sedan kes li Torontoyê bi coşeke mezin 43’mîn salvegera damezrandina PKK’ê pîrozkir û gotin, “PKK, ruhê azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e.”

Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê bi sedan kes li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û 43. salvegera PKK'ê pîroz kirin.

Fîlma Berfanbar a bi derhêneriya Ersîn Çelîk ve hatî çêkirin ku jiyana gerîlatiyê vedibêje, hat temaşekirin.

Piştre ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Vejîn Pîroz Be”, “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Salona pîrozbahiyê bi alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Gelek Kurdistanî di pîrozbahiyê de amade bûn.

Piştî axaftinan bi rengekî zindî muzîk hat pêşkêşkirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.