Li Toronto tecrîd û qirkirina jinê protesto kirin

Kurdan li Toronto ya Kanadayê ji bo 1’ê Îlonê tecrîda li Îmralî û qirkirina jinê protesto kirin.

Li bajarê Toronto ya Kanadyê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve bi çalakiyek tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirkirina jinê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li ser rêya Dundas-Yonge hatin bahev bal kişand ku dewleta Tirk dixwazin destavêtinê rewa bike, desthilata AKP-MHP’ê jî parêzerên ku edaletê dixwazin terkî mirinê dikin, tecawîzkar Mûsa Orhan jî parastin.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsê hate kirin bang li CPT’ê kirin ku li ser êşkenceya li ser girtî û tecrîdê erka xwe pêk bînin.

Dîsa bal kişandin ser desteka hilberandina parçeyên balafirên bêmirov ên biçek ên Kanada ku daye Tirkiye, bang kir ku ‘nebin hevkarên şer’.