Li Sydneyê Kurdan dewleta Tirk protesto kirin
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Mexmûr, Şengal û qadên gerîla li bajarê Sydney ê Evûtûralyayê hate protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Mexmûr, Şengal û qadên gerîla li bajarê Sydney ê Evûtûralyayê hate protestokirin.
Kurdistaniyên bi pêşengtiya Meclîsa Gelê Kurd hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) û Şengalê bi çalakiyekê protesto kirin.
Di çalakiyê de posterên Ocalan, alên YPJ û YPG’ê hatin hildan û dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Faşîst dewleta Tirk’ hatin qîrkirin.
Hevserokên NCKD û DKFT’ê yên li vir axivîn anî ziman ku li ser Kurdan êrîşên qirkirinê tên kirin û got: “Em yên destek û piştevaniyê didin dewleta Tirk û van êrîşan erê dikin, şermezar dikin. Ji vê şaştiyê vegerin. Gelê Kurd duh jî serî netewand wê îro jî netewîne.”