Li Sydney û Melbourneyê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Melbourne û Sydneyê ya Ewistralyayê Diyar Xerîb û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Bîranîna li Sydeynê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, bi girseya ji çar parçeyên Kurdistanê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ji Komîteya Amadekar Tîmûr Xerzan got divê giyanê 14'ê Tîrmehê baş were fêhmkirin.

Her wiha Hevserokê Navenda Civaka kurd a Demokratîk Îsmet Taştan got êrîşa li ser Endamê Konseya Seroktiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb, êrîşa li ser yekîtiya Kurd e.

Taştan got Xerîb li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û li dijî tevgera dagirkirinê ya dewleta  Tirk ya bi hevkariya gemarî ya PDK'ê, bi mebesta deşîfrekirina vê hevkariyê xebata girseyê dikir û got, ''Bi civînên gel, ji bo ku got ev polîtîkaya gemarî xizmetê ji yekîtiya netewî re nake û ev îxanet e, hate şehîdkirin.''

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Goran jî Ismaîl Başûr axivî. Başûr got Xerîb şehîdê çar parçeyê Kurdistanê ye.

Başûr bang kir ku yekîtiya têkoşînê were geşkirin.