Li Swîsreyê Yekîtiya Hêza Demokratîk hate avakirin

Gelek rêxistinên ku li Swîsreyê hatin rex hev, Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre ava kirin.

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê (IGDB) bi daxuyaniyekê damezirandina xwe ragihand.

Hêzên şoreşger, demokratîk, welatparêz ku ji mêj ve ye dixebitîn, nîqaşa ku beriya bi demeke kurt dabûn destpêkirin bi encam kirin û biryar li ser avakirina yekîtiya hêzên demokratîk dan.

'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM TÊKOŞÎNÊ GEŞ DIKIN'

Di daxuayniyê de hate gotin, ''Di pêvajoyeke wiha de ku dewleta Tirk a faşîst di serî de li ser neteweya Kurd, li ser çîna karker û kedkaran, hêzên wê yên pêşeng şoreşger-demokratan êrîşan tîne, zehf bimane ye ku yekîtiya hêzê hatibe avakirin.''

Têkilî darbeya li şaredariyên HDP'ê jî hate gotin, ''Di pêvajoyê de avakirina yekîtiya hêzê, ji bo bersiva xurt li dijî êrîşên faşîst û geşkirina têkoşîna dijî faşîzmê girîng e.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em bang li hemû kedkarên xwecih û koçber dikin ku di eniya me de bibin yek, hêza xwe tevlî têkoşîna demokrasiyê û azadiyê bikin.''

BANGA LI MEŞA BASELÊ 

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê banga tevlîbûna li meş û mîtînga li Baselê kir, ku meş û mîtîng wê li dijî darbeya qeyûm a  li ser şaredariyê Kurd were kirin.

Hêzên ku di nav Yekîtiya Hêza Demokratîk de cih digirin:

ITÎF, KCD-E, ÎGÎF, ÎDHF, Mor Kizilik Kolektif, TJK-S, SKB, ATÎK, ÎABF, KKP, Devrimci Cephe, ESU, FEDA, SYKP