Li Swîsreyê platfroma piştevaniya bi grevên birçîbunê re hate avakirin

Li Swîsreyê gelek rêxistin li hev civiyan û platforma piştevaniya bi grevên birçîbûnê re ava kirin.

Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê ya Swîsreyê bi daxuyaniyekê avakirina platformê îlan kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku nûnertiya dewleta Tirk a faşîst dike li ser gelê Kurd û hemû gelan şerê herêmê ferz dike. Ji bo tunekirina deskeftiyên gelê Kurd û şoreşa Rojava û qutifandina hemû civakê teslîm bigre welat ber bi taritiyekê ve dibin. Pêvajoya diyalogê û hevdîtinên aşitiyê bidawî kiri, li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dan destpê kirin, bajarên weke Cizîr, Slopî, Sûr, Lîce, Nisêbin, Hexez, Gever, Varto, Sasonê li gel mirovan re bi erdê re kirin yek. Ev sîstema faşîst ku li jêrzemînan mirovên me bi saxî şewitand piştre bi dagirkeriya Efrînê dixwaze  şoreşa Rojava tune bikin.

Li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  tecrîda girankirî ya ji 2015’an ve parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven greva birçîbûnê da destpê kirin û bi vê re grev belavî, zindan, Hewlêr, Strasboûrg, Galler û çar parçeyên cîhanê bûn.

Greva birçîbûnê ya bêdawî bêdorveger a Leyla Guven 104 roj li pey xwe hişt û berxwedêr gihiştine sînorê şehadetê. Bi çalakiyên cûda me piştgiriya wan kir. Lê di qonaxa niha ev piştgirî kêm e û ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê me ‘Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê’ re ava kir ji bo xwedîderketina vê berxwedanê û hê bêhtir bihêz kirin pêvajoya kampanya aktîv didin destpê kirin.

Em bang li gelê xwe, kesên dibêjin em mirovin, kesên ku wijdan bi wan re heye bi awayekî bihêz beşdarî vê pêvajoyê bibin û li dijî faşîzmê têkoşînê geştir bikin. Divê em bi şîara tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin geşkirina têkoşînê weke erka mirovî ya bingehîn bibînin û bi vê zanebûnê hêza xwe seferber bikin.

Dewleta faşîst bi destpêkirina tecrîda Îmralî re tecrîdeke li pêşiya pêşeroja me û azadiya hemû civakê datîne. Ji bo hilweşandina dîwarên tecrîdê bidawîkirina tecrîdê li her qadê geşkirina têkoşînê dibêjin daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên me ne, têkoşîna wan têkoşîna me ye, deng didin dengê wan, banga geşkkirina têkoşînê li her kesên ku aligirên jiyanekî azad e serî hildin dikin."

Rêxistinên ku di platformê de cih digrin wiha ne;

NCDK-E, Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê, PYD, Yekîtiya Têkoşîna Swîsre, MLKP, Eniya Şoreşger, FEDA, ÎDHF, Komîteya ATÎK Swîsre, Federasyona Suryanî EUS, SKB, ÎGÎF, Komîteya Rojava Basel, Komîsyona Jinên Rojava, Ciwanên Şoreşger ên Swîsre, Yoûng Strûggle, Partizan Swîsre, Yaşanacak Dunya