Li Swîsreyê Meşa Dirêj destpê kir

Li Swîsreyê, ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla, ciwanan dest bi Meşa Dirêj kirin.

Li Swîsreyê ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla, ciwanan dest bi Meşa Dirêj kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer wê ji bo silavkirina berxwedana gerîla 3 rojan meş bê lidarxistin. Baskê Swîsreyê yê Meşa Dirêj saet di 11:30'î de li Qada 1'ê Gulanê dest bi meşê kir.

Di meşê de pankartên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan. Ciwanan bi pankarta bi nivîsa "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê" û alên PKK'ê dest bi meşê kirin.

Îsmaîl Kardaş bi navê CDK-S'ê daxuyanî da û got, "Em li ku dibin bila bibin, êm li ber êrişên li dijî Kurdistanê rabin û bi pêşengiya ciwanên me em ê karibin her tiştî biguherînin."

'GERÎLA RÛMETA ME YE'

Yûsûf Amed anî ziman ku gerîlayên azadiyê îro bi navê mirovahiyê li çiyê şer dikin û got: "Lê belê dagirker çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tînin. Hûn ê nikaribin bi vê rêbazê îradeya me bişikînin. Em ê bi gerîla re bin ku ji bo mirovahiyê, jinan, ciwanan, jin ên ciwan û tevahiya azadîxwazan şer dikin. Em ji dijminên mirovahiyê re dibêjin; gerîla rûmeta me ye û tolhildan wê her tim soza me be. Kî destê xwe dirêjî xaka me, Rêberê me û îradeya me bike em ê pêşî li wan bigirin.

Ne çekên we yên kîmyewî, ne balafirên we ne jî teknîka we nikare îradeya me bişikîne. Bi taybetî weke Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan em ê her tim li qadan bin, çalakiyan lidar bixin. Çalakiyên me heta hilanîna tola gerîla û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê her roj dwam bikin."